06 Mijdar 2015•Rojanekirin: 07 Mijdar 2015
ÎSTANBUL
Li Balafirgeha Atatirk ya Stenbolê wezifedarê paqijkirinê di tûwaletê de 24 hezar û 500 ewro pere dît û teslîmî xwediyê wî kir.
Emrah Evrenselê ku di beşa VIPê de bi mehaniya asxarî dixebite dema dest bi karê xwe kir di hundirê poşêtekê de 24 hezar û 500 ewro pere dît û teslîmî rayedaran kir.
Piştî demekê xwediyê pere yê ku navê wî nehat diyarkirin hat balafirgehê û zabitname îmze kir, 24 hezar û 500 ewroyê xwe bir.
Amirê Îdareya Mulkî ya Balafirgeha Atatirk, Alîkarê Waliyê Stenbolê Mehmet Alî Ulutaş jî Emrah Evrensel ji ber tevgera mînak pîroz kirin.
Evrensel jî der heqê bûyerê de agahî da û got: "Piştî ku min dest bi kar kir bi qasî nîv saetê bi şûnde ez çûm tûwaletê û min pere li wê derê dît. Min dikaribû vî pereyî ji xwe hildim, ew hat bîra min, her tişt tê bîra meriv. Min got bila qencî be."