ÎSTANBUL
7 hezar û 600 dolarê Abdullah Oguzê kurê Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê yê berê Erdogan Bayraktar, ku di lêpirsîna 17ê çileya pêşîn de hatibû binçavkirin û pişt re serbest hatibû berdan paş ve hat dayîn.
Di operasyona 17ê çileya pêşîn de dest dabûn ser 7 hezar û 600 dolarê Abdullah Oguz Bayraktar. Li ser vê parêzerê Abdullah Oguz Bayraktar îtiraz kir ku pereyên Bayraktar divê bê dayîn.
Li ser vê îtirazê dadgeriya nobedar biryar da ku pereyê Abdullah Oguz Bayraktar paş ve bê dayîn.