AGRI
Li Bazîdê karsazekî 800 hezar lîre pere xerc kir û çêwlikeke werdekên Pekînê ava kir. Di çewlikê de 5 kes dixebitin.
Nurî Tanrikulu (36) got ku di sala 1992an de wî ji navçeyê koçî Stenbolê kiriye û 15 salan li wir di karên cuda de xebitiye.
Tanrikulu diyar kir ku piştî pêvajoya çareseriyê ew ziviriye Bazîdê û wiha got: "Min li goma Koço ya ku girêdayî gundê Bulakbaşiya li ser Bazîdê 800 hezar lîre pere xerc kir. Niha 5 kes li çêwlikê dixebitin."
Tanrikulu got ku wî bi 300 werdekan dest pê kiriye û pişt re ev hejmar derxistiye 20 hezaran. Niha jî di destê wî de 5 hezar werdek hene.
Tanrikulu wiha avivî:
"Germahiya hewayê di bin sifirê 20 derece ye, lê werdek dikevin wê gola ku me çêkiriye û xwe dişon. Ez heba wan 25 lîreyan difroşim. Min ev kar nizanibû. Min li Stenbolê goştê werdekê xwar û xweşa min çû. Min pirsî ji ku derê, çiqasî û çawa dikaribim peyda bikim? Ez pê hesiyam ku li Tirkiyeyê kêm e. Piştî ku pêvajoya çareseriyê dest pê kir ez hatim welatê xwe. Walîtiya Agiriyê û Bazidê jî piştgirî da. Daxwaz pir e û ji ber wê em pê re nagihînin. Ji bo niha em li Bazîdê û Agiriyê difroşin. Ji bo Pekînê daxwaza îxracatê heye lê armanca min ew e ku ez vê tahmê pêşkêşî mirovên Tirkiyeyê bikim. Ez dixwazim ku welatiyên me jî herin welatên xwe û li wir kar û baran bikin.