Haydar Şahin
10 Mijdar 2020•Rojanekirin: 11 Mijdar 2020
Kadrî Olukê li Tanzuta goma Oymapinara gundê Solxana navçeya Bîngolê dijî Qurana Pîroz a destxet ya ji kal û bavan maye mihefeze dike.
Olukê (54) cotkar ê li gund melatiya fexrî dike û bi dildarî Qurana Pîroz hîn dike diyar kir ku 30 sal berê li laboratuvareke li Antalyayê lêkolîn hat kirin û hat tesbîtkirin ku Qurana wî 300 sal berê hatiye nivîsandin.
Oluk destnîşan kir ku 7 zarokên wî û 4 neviyên wî hene, ji bo Qurana Pîroz ji neviyên xwe ra wekî mîrat bihêle wê baş mihefeze dike û li qumaşan dialîne dixe dolabê ku toz negre.
- "Ez ê hetanî dawiya emrê xwe mihefeze bikim."
Oluk diyar kir ku bi baldarî li Qurana Pîroz a mîrata dîrokî mêze dike û wiha got: "Wesiyet hat kirin ku neyê firotin û neyê kirêkirin."
Oluk got ku zarokên wî jî ew ê guh bidin vê wesiyetê, Quran bi tenê ya wî nîne, kesên dixwazin dikarin werin bibînin.
Oluk wiha pê da çû: "6 nifş e pirtûka pîroz di destê malbata me da ye. Ez ê hetanî dawiya emrê xwe vê mîrata dîrokî mihefeze bikim."
Oluk got ku girîngiyê dide pirtûka pîroz û wiha axivî: "Li vî gundî em gişt eqrebe ne. Her kes tê dibîne, kesên bixwazin dixwînin. Ji bo ji toz û tênayiyê mihefeze bikim li qumaş alînim. Berê li gundê me şewat çêbibû û me ji şewatê xilas kir."