Reva kurdên Sûriyeyê yên ku ji ber êrîşên rêxistina terorê ya DÎŞIyê direvin û dixwazin xwe bispêrin Tirkiyeyê didome. Penaber li ser xeta sînor a li navçeya Sirûcê li bendê ne ku derbasî Tirkiyeyê bibin.
Penaberên ku ji heremê direvin û di nav wan de gelek jin û zarok hene, hatin xeta sînor a Taxa Yûmûrtalikê.
Tê dîtin ku penaberên li ber sinor in li bendê ne ku bi alav û heywanên xwe derbas bibin.
Her wiha li navenda kordînasyon û amadehiyê ya Serokatiya Birêvebirina Rewşa Acîl û Bobelatê jî amadehî didomin.
Kar û barên qeydê û kontrola tenduristiyê ya penaberên ku derbasî Tirkiyeyê dibin, li vê navendê tên kirin.