07 Mijdar 2019•Rojanekirin: 08 Mijdar 2019
Nûnerê Konseya Neteweyî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) yê li Mixalefeta Sûriyeyê Şelal Gedo Destnîşan kir ku di navbera Kurdên Sûriyeyê û Tirkiyeyê da peywendiyên baş hene.
Gedo di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da li ser kêşeya Kurdî li Sûriyeyê û herwiha peywendiyên digel Tirkiyeyê qederek daxuyanî dan.
Gedo bal kişand ku Kurdên Sûriyeyê, warê bazirganî û mirovî di serî da, dixwazin digel Tirkiyeyê di gelek waran da peywendiyên xwe xweş û geş bikin. Gedo herwiha got ku hewcedarî bi wê yekê tuneye ku Kurd, çi li dijî Tirkiyeyê çi jî li dijî aliyekî din, têkoşîna çekdarî bikin.
Gedo wiha axivî, "Hem wekî Kurdên Sûriyeyê û hem jî wekî Kurdên Iraqê peywendiyên me yên digel Tirkiyeyê baş in. Ev 20 sal in peywendiyên Herêma Kurdistana Iraqê û Tirkiyeyê gelek baş in û herwiha di navbera herdu aliyan da bazirganiyeke zêde mezin heye."
Gedo bertek nîşanî sepanên rêxistina terorê YPG/PKKyê li Sûriyeyê da û wiha got, "Wekî Kurdên Sûriyeyê û ENKS, em di wê qenaetê da ne ku kêşeya Kurdî li Sûriyeyê, meseleyeke neteweyî ye. Li Sûriyeyê kêşeya Kurdî ne bi çekê, bi siyasetê çareser dibe."
- "Têkoşîna çekdarî nikare tu kêşeyî çareser bike"
Gedo bal kişand ku daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ya "Kêşeya Tirkiyeyê ne bi Kurdên Sûriyeyê ra, bi PKKyê ra heye", tesbîteke rast e û wiha got, "Tirkiye gelek carî dibêje ku kêşeya wan ne bi Kurdên li Sûriyeyê ra ye, lêbelê bi PKK/PYDyê ra ye."
Gedo herwiha bal kişand ku yekane rêya çareseriya kêşeyên li Sûriyeyê, rêya siyasî ye û wiha dewam kir, "Têkoşîna çekdarî nikare tu kêşeyî çareser bike û ji bo kesî nabe aramî. Bi tenê bi rêya diyalog û mizakereyê mirov dikare hem ligel Sûriyeyê û hem jî ligel welatên cîran her cure kêşeyan çareser bike."
ENKS di bin sîwana Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Mixalif û Şoreşger a Sûriyeyê da ye.