Abdullah Tel
07 Mijdar 2020•Rojanekirin: 08 Mijdar 2020
Li Selîma navçeya Qersê roviyeke ku hînî xwarinê kirine her roj tê ber derê malê û xwarina xwe dibe.
Menîce Başkayaya tevlî malbata xwe li gundê Kekeça ser navçeyê ye dijîn ev 3 meh e ku roviya hînî ber derê mala wan bûye bi nan û goşt xwedî dike. Malbat xwarina rovî her roj cihê dike û navê Yonca lê kirine.
Başkayayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Em lê xwedî derdikevin û dema ew jî birçî dibe tê ber derî û dikeve şaneşînê. Ez li wê derê li benda wê disekinim. Dema tê ez bi destê xwe nan û goşt didimê û ew jî êdî hîn bûye."

- "Rojên ku neyê ez xemgîn dibim"
Başkayayê destnîşan kir ku rovî tu zirarê nade heywanên din ên li gund û wiha pê da çû: "Cîranên min dibêjin dema ew mezin bibe wê qaz û mirîşkên me bixwe. Ev ji xwe tiştekî biçûke mirov çawa dikare zirarê bide vê, xwar jî bila ew sax be. Min navê Yonca lê danî û ez gelek jê hez dikim û dema neyê jî ez xemgîn dibim û pir bêrî dikim. Ez li şaneşînê bi hêviya wê disekinim dema tê ez wî têr dikim û diçe."
Başkayayê got ku heta rovî bê ber derî ew ê xwedî bike û wiha domand: "Ew herî bê ez ê lê xwedî derkevim. Carna se berî pey didin, zarok wî didin ber keviran. Ez nahêlim kes zirarê bidê. Ez çi çaxê li benda wî bisekinim ew tê mîna ku zane ez bi hêviya wî me. Ew êdî wek şêniyek ji malbatê be û roja neyê jî em pir meraq dikin."