Ekip
05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2017
İZMİR
Polês Fethi Sekîn Sekîn di êrişa li ber dadgeha Îzmirê de bi teroristan re kete şer û piştî qehrameniyeke nedîtî ku rê li ber faciayeke mezin girt şehid bû.
Sekînê 43 salî li Tîmê Şahîn ê bi Motorsiklêt ê Şaxa Miduriyeta Kontrolkirina Trafîkê ya ser bi Emniyeta bajêr kar dikir. Sekîn li ber Dadgeha Îzmirê ku nêzîkî 9 salan e lê wezîfe dikir di êrişa terorî de şehîd ket.
Sekîn, piştî ku erebeya gumabar dît xwe avete ser rê û bi tecrube û dîqqeta xwe ya kûr jiyana gelek welatiyan rizgar kir. Polêsê ku piştî terorist ferq kirin çeka xwe kişand û nehişt ku êrişkar biçin deriyê sereke.
Sekîn, herwiha daye pey teroristên çekdar jî dema ku bi wan re ketiye şer şehîd bûye.
Polêsê şehîd, di esnayê şer de teroristek kuşt.
Fethî Sekîn, li derdora xwe, di nav polêsan û xebatkarên dadgehê de bi xêrxwazî û exlaxê xwe yê qenc dihate naskirin. Sala 2014an jî ji ber qezayeke trafîkê birîndar bibû.
Waliyê Îzmirê Erol Ayyildiz di axaftina xwe de qala polêsê qehreman kiribû û wiha gotibû: "Di encama baldarî û hewldana hêzên me yên ewlehiyê bi zayîateke gelekî biçûk, mixabin ku bi hewldan û xîreta hevalê me yê ku şehîd ket jî bêyî ku zayîateke mezin çêbe lê bi dilsotî em ji vê bûyerê derketin."