24 Mijdar 2015•Rojanekirin: 24 Mijdar 2015
Li navçeya Siwêregê, polês Serdal Toprak ê ku di êrîşeke çekdarî ya dijî wesayîta polêsan de birîndar bibû, şehîd ket.
Dema ku polêsan li dora Sîteya Pîşesaziyê dewriye digerandin, êrîşeke çekdarî dijî wesayîta wan qewimî. Di êrîşê da polês Serdal Toprak (31) birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê, lê digel midaxaleyê xilas nebû. Tedawiya polêsê din Sînan Şengul jî dewam dike.
Ji hêla din gelek ekîbên polêsan li qada bûyerê lêkolînê dikin.