07 Mijdar 2016•Rojanekirin: 08 Mijdar 2016
DIYARBAKIR
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî û bi erka BHQyê va wezîfedarî lê hat kirin, xizmetên xwe yên di warê asfalt, paqijî û binesaziyê xurt kirin.
Piştî girtina Şaredara DBPyî Gulten Kişanakê, Qaymeqam Cumalî Atîlla dest bi vezîfeyê kir û herwiha lebat da xizmetên şaredariyê.
Mahmut Balik ku li ser Kolana Mehmet Akîf Ersoy a Yenîşehîra navçeya navendê esnaf e, got Atillayê ku bona şaredariya mezin hat wezîfedarkirin, dê seba Diyarbekirê xizmetên baş bike.
Balik destnîşan kir ku bi salan e bajêr hesretê xizmetê ye û wiha pê da çû:
"Dema em van xizmetan dibînin em gelek şa dibin. Ji ber ku ez wisa difikirim ku ev memleket tiştên qenc heq dike. Li Diyarbekirê hin şaşî hatin kirin. Ji hêla siyasî va însanên me hatin xapandin. Ji ber van xapandinan hin rastî nehatin dîtin. Ez wisa difikirim ku êdî dem hatiye ku ji şaşiyan bê vegerîn. Ev xebat dê bibe wesîle ku rastî bên dîtin."
- "Kolanên me di halekî pîs da bûn"
Erkan Ayaydin jî Cumalî Atîllayê ku hat wezîfedarkirin pîroz kir û gotê bi xêr be û got ku beriya niha xizmet baş nedihatin kirin.
Ayaydin got, "Kolanên me di halekî pîs da bûn. Heta niha kolan û qaldirim tu carî nehatin paqijkirin. Înşallah wê ji vir şûnda baştir were paqijkirin." û wiha dewam kir:
"Ev kolan heta niha di vî halî da bûn. Me ji bêhnê nikaribû paceyên xwe vekirana. Înşallah ji vir şûnda wê baş bibe, kolanên me yê werin pqaijkirin. Bêguman xebatên başê werin kirin. Heta niha li Diyarbekirê tu xebat nehatin kirin, lê em bawer dikin ku şaredarê me yê nû wê xebatên baş bike."
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê xizmetên xwe xurt kirin (VÎDEO)