07 Mijdar 2016•Rojanekirin: 11 Mijdar 2016
MUŞ
Welatiyên li gundê Kepeneka Mûşê şêlimên ku bi xwe dajon, derxistin ber firotanê.
Şêlimên ku li seranserê bajêr bi tenê li gundê Kepenekê tên hilberîn, li navenda bajêr, li navçe û bajarên derûdorê tên firotan.
Mixtarê Kepenekê Nurettîn Arslan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku şêlim ji hêla aboriya gund va berhemeke bêhempa ye û ji gelek nexweşiyan ra mefadar e.

Arslan herwiha diyar kir ku li herêmê şêlima xumalî bi tenê gundê Kepenekê tê ajotin û wiha xeberda, "Bi taybetî em piştî bêderan wekî berhema duyemîn, şêlimê dajon. Herwiha kiloya şêlimê lireyeke û bona aboriya gundiyan gelekî sûdmend e."
Welatî Saadettîn Arslan ku şêliman diajo, diyar kir ku ew wekî berhema duyemîn şêliman diajon û niha jî dema hilkirina wan e û wiha got, "Şêlim di çêkirina gelek xwarinan da tê emilandin û em tirşîna wê jî çê dikin."