Abdullah Tel
21 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2020
Bajarê Agiriyê ku di vê demsalê da mirov ji ber sir û seqemê lê diqefile gelek wênekêşên ji herêmên cuda yên welêt hatine diezimîne.
Komeke wênekêşan a ji 12 kesan pêk tê û ji bajarên wek Stenbol, Bursa û Îzmirê hatin li texma gundê Yolyaziyê wêneyên şembelîkên li ser zinaran ku bi qasî 5 mêtroyan dirêj bûn, kişandin.
Wênekêşên ji bajarên xerîb hatibûn li hemberî şembelîkên firehiya wan bi qasî 30 mêtroyî û dirêjahiya wan jî bi qasî 5 mêtroyî bû, devvekirî man.
Komê piştî ku wêneyên şembelîkên qirase kişandin li zarokên gund jî bot belavkirin û paşê jî daxuyanî dan nûçegihanê AAyê.
Ji wênekêşan Nursel Îzmîrlîerê got ku wan wêneyên xweşiyên sirûştî yên li Agiriyê ne kişandin û wiha dewam kir: "Şêniyên herêmê ji dil û gelek mazûvan in. Em ji wênekişandinê gelek hez dikin. Ji bo wêneyên vê xweşiyê jî bikişînin em hatin vê derê. Min heta niha şembelîkên wiha li tu derekî nedîtiye."
Ji wênekêşan Oya Adiyamanê jî got ku dîmenên şembelîkên li Agiriyê gelek balkêş in û wan têra dilê xwe wêneyên wan kişandin.