İbrahim Atmaca
21 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2020
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be. Ji danê nîvro pê va li derdora Erdexanê berf wê bibare.
Li herêmê germa hewayê wê li gor şertên demsalê be.
Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifrê da li Qersê 14, li Erdexanê 11, li Erziromê 9, li Tunceliyê 3, li Îdirê 2 pile û li Erzincanê pileyek hat pîvan.
Nava rojê germa herî zêde jî li Tunceliyê 5, li Îdirê 3 pile, li Erzincanê pileyek, di binê sifrê da li Agiriyê 6, li Erdexanê 5, li Qers û Erziromê 4 pile tê payîn.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 12, li Erziromê 7, li Qersê 4, ji navendên kaşûnê li Palandokenê 60, li Sarîqamîşê 55 û li Erganê 30 santêm hat pîvan.
Li herêmê ji ber ku bişev û serê sibê cî bi cî qeşa û cemed, mij tê payîn, hişyarî hat dayîn ku şofêr û welatî baldar û bi tevdîr bin.
- Erdexan
Li Erdexanê digel sir û sermayê mij jî heye.
Li navçeya Goleyê ava şebekeyê li ser Kolana Yuksel Delîbaltayê bû cemedeke terikî. Li navçeyê daran qiravî girt û dîmenên xweş çêbûn.
Li ser rêya Erdexan û Goleyê texma Ovapinarê jî dîmena gur hat kişandin.
- Îdir
Li Îdirê mijê Çiyayê Erezê pêça. Nûçegihanê AAyê bi droneyê va mija herêmê kişand.
Li gundan jî welatiyan alif da heywanên xwe.
- Qers
Li Qersê berf barî û navenda bajêr spî bû. Welatiyên ku serê sibê çûn kargehê, berfa ser wesayîtên xwe paqij kirin. Li navenda bajêr jî ekîbên Şaredariya Qersê berf avêtin.
Li navçeya Sarîqamîşê jî dar û beran qiravî girt. Bi çatiyên avahiyan va şenbelûk çêbûn, welatiyan wesayîtên xwe bi branda û pîneyan va pêçan.
- Agirî
Li Agiriyê rûyê cobar û çeman qerimîn.
Li bajêr hewa pir sar e û bi çatiyên avahiyan va şenbelûk çêbûn. Welatiyan bi betanî û xalîçeyan va wesayîtên xwe pêçan.
- Erzirom
Li Erziromê ji ber sir û sermayê hewzên xemla bajêr qerimîn.
Li bajêr şembelûk bi çatiyên avahiyan va daliqiyan, welatî wextê ser peyarêyan meşiyan, tengasî kişandin.
Şêniyên bajêr wesayîtên xwe bi betaniyan pêçan.
- Tuncelî
Li tevahiya Tunceliyê berf bi navber barî û bager rabû. Berfû bagerê rêya 67 gundan girt.
6 ekîbên ku girêdayî Midûriya Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr in, ji bo vekirina rêyan dixebitin.