08 Mijdar 2015•Rojanekirin: 10 Mijdar 2015
ANKARA
Sepana mecbûriyeta tekerên zivistanê yên ku divê wesaîtên bazirganiyê û yên rêwiyan bi kar bînin 1ê meha Kanûnê roja sêşemê wê dest pê bike.
Wezareta Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê ji bo bikaranîna tekerên zivistanê di sala 2012yan de der heqê bikaranîna tekerên zivistanê de qewl danî, biryar da û ji bo sepanê jî mecbûriyet kir rewacê. Piştî van xebatan jî diyar kir ku wesaîtên li gor biryarê tevnegerin dê nikaribin biçin û bên, ji bilî vê jî 519 lire jî ceza wê li wan bê birîn.
Bi vê sepanê ve tê xwestin ku di rojên bi berf de rê neyên girtin û kesên zivistanê bi wesayîtan derdikevin rê xwe li gor şert û mercên zivistanê amade bikin û di trafîqê de mexdûr nebin.
Wesaîtên ku tekerên wan ên zivistanê tunebin ji bo derkevin rê wê nekaribin destûrê jî bigrin. Dema ku kêmasiyên xwe temam bikin, wê demê dê bikaribin di trafîkê de cih bigirin.