30 Îlon 2015•Rojanekirin: 30 Îlon 2015
Rêzefîlma "Vejîn Ertugrul" a ku îro dê di TRT1ê de sezona wê ya duyemîn dê dest pê bike, bi lîstikvanên xwe yên nû, mekan û çîroka xwe ya biaksiyon ve îro dê derkeve pêşiya temaşevanan.
Digel çêkeriyê, projeya sêwirîna rêzefîlmê jî ji aliyê Mehmet Bozdag ve tê kirin. Herwisa senaryo jî bi destê Mehmet Bozdag, Atîlla Engîn û Zeynep Asli Peker Bozdag ve hat nivîsîn. Derhênerê rêzefîlmê jî Metîn Gunay e. Koreografiya sehneyên aksîyonê yên ku li ser ekranên televîzyonên tirkan cara yekemîn tên weşandin jî ji aliyê ekîba taybet a koreogrefiyê Nomadê ve tê çêkirin. Nomadê beriya niha koreografiya sehneyên aksîyonê yên fîlma "Cengîz Xan" û "Marco Polo" jî çêkiribû. Di rêzefîlmê de ekîba koreografiyê Kuzgun Akademî jî aliyê grûba Nomadê dike.
Ev lîstikvan serlehengiya rêzefîlmê di nava xwe de parve dikin; Engîn Altan Duzyatan, Kaan Taşaner, Hulya Darcan, Esra Bîlgîç, Dîdem Balçin, Burcu Kiratli, Mehmet Çevîk, Osman Soykut, Cengîz Coşkun, Nurettîn Sonmez, Cavît Çetîn Guner. Di sezona duyemîn de jî bi lehenga Aytolûnê ve Evrîm Solmaz, bi lehengê Tugtekîn ve Ugur Guneş, bi lehengê Noyan ve Bariş Bagci, bi lehengê Artûk ve Ayberk Pekcan û bi lehengê Korkût ve jî Huseyîn Ozkay tevî ekîbê bûn.