Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan di TRT Haberê de derbarê mijarên ku di rojevê de ne axivî.
Akdogan wek alîkarê serokwezîr di heman demê de berpirsiyarê Anadolu Agency (AA), Têlevizyon û Radyoya Tirkiyeyê (TRT), Midûriyeta Giştî ya Weşan Çapemenî û Enformasyonê û Lijneya Bilind a Radyo û Têlevizyonê (RTUK) ye jî û ji bo xebat û weşanên AA û TRTyê jî got: "AA û TRT di qada navneteweyî de weşanê dikin û dixebitin, her du sazî jî paceyên Tirkiyeyê yên ku vedibin dinyayê ne û dema ku mirov bi vî awayî binêre dibîne ku dîtina dîplomasiyê ya raya giştî jî derdixe pêş. AA û TRTya ku bi vê armancê weşana navneteweyî dikin di heman demê de jî dîplomasiya raya giştî birêve dibin. Berjewendiyên neteweyî yên Tirkiyeyê dide bihistîn, danasînê dike, îmajekê ava dike, feliyetên lobiyê dike, dema ku meriv bala xwe dide van xebatan dibîne ku ev hemû bi rastî karê saziyên dewletê ne û divê di nav xebatên wan de cih bigirin. Saziyên me yên medyayê yên ku di qada navneteweyî de xwediyê weşanê ne xebat û weşanên xwe ji bo dîplomasiya raya giştî, danasîna Tirkiyeyê, polîtîkaya ragihandinê ya dewlet û hikûmetê dikin û berjewendiyên Tirkiyeyê diparêzin."
Akdogan bal kişand ser pêvajoya çareseriyê jî û got ku pêvajoya çareseriyê dê bi awayekî şeffaf bê birêvebirin. Akdogan wiha berdewam kir:
“Pêvajo meseleyeke ku mirov di pişt perdeyan de çareser bike nîne. Ji xwe anha ev mesele bûye politikaya dewlet û hikûmetê. Me di zagona ku ji meclisê derxist de jî mesele zelal kir. Divê anha hundirê vê çarçoveya qanûnê bê tijekirin. Ji bo vê piştgiriya civakê divê hebe. Ev girîng e. Heke di meclise de guhertinek bêkirin, ji xwe partiyên din dê bi vê guhertinê bihesin. Herwiha dê kamu jî pê bihese.”
Akdoğan got ku piştî hilbijartina Serokomariyê pêvajo gihişt merhaleyeke din û wiha berdewam kir: “Lewra avakerê pêvajoyê Serokomar Erdogan e. Di hilbijartinan de gel piştgirî da Erdogan, ev jî nîşan dide ku gel piştgiriyê dide pêvajoyê.”
Akdogan bal kişand li ser herêmê û got ku li herêmê hin bûyer diqewimin lê bele ev bûyer nikarin ber li pêvajoya çareseriyê bigrin û wiha pê de çû: “Hin bûyer li herêmê pêk hatin. Mêr hatin revandin, rê hatin girtin, xerec hat sitandin… Lê kes nikare bi van tiştan ber li pêvajoya çareseriyê bigre. Biryara agirbestê hat dayîn. Divê li ser vê biryarê kes serî li bûyerên tundiyê nede.”
Yalçin Akdogan li ser pirsa “Gelo tiştên derbarê pêvajoyê de yên ku bi gel re nayên parve kirin hene an na?” jî wiha got:
“Helwesteke wiha nayê qebûlkirin. Tirkiye dewleteke qanûnî ye. Di serdema me de ragihandin û çapemenî zehf pêş ketiye, ma pêkane ku mirov ji gel di vê serdemê de tiştekî veşêre? Hûn her tiştî li pêşberî kamuyê dikin. 12 sal e ku AK Partî rêvebiriya welêt dike, we dît ku heta îro tiştekî ku ji gel veşart hebû? Na. Her tişt li ber çavê gel dike. AK Partî bi saya vê bi ser dikeve.”