Cejna qurbanê her diçe nêzîk dibe û kesên ku ji bo hec hatin axên pîroz jî, li Mekkeyê cihên pîroz ziyaret dikin.
Şikefta Hîrayê ya ku Hz. Mihemed wehiya ewil jê re hat cihê ku herî zêde tê ziyaretkirin e.
Misilmanên ku ji bo hec li axên pîroz li hev civiyan, ji bo ku nimêja xwe ya sibê li çiyayê Cebl-î Nûrê bikin hildikişin lûtkeya çiyê.
Rêwîtiya kesên ku ji bo hec li wir in hîn roj dernakeve dest pê dike. Mirov li der û dora çiya ya ku 5 kîlomêtro dûrê Mekkeyê ye li hev dicivin û saetekî dimeşin û wisa digîhîjin lûtkeya çiyê.
Kesên ji bo hec tên axa pîroz dema digîhîjin Şikefta Hîrayê gelek kêfxweş dibin. Dema ku roj hêdî hêdî derdikeve Mescîda Heram û Mekkeyê ji jor ve temaşe dikin.