İbrahim Atmaca
07 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2021
Sir û sermaya Rojhilatê Anadoluyê jiyanê dixe tengasiyê.
Di sir û sermaya Erziromê da kuçe û kolan qerimîn.
Baniyên hin avahiyan va şembelûk daliqiyan, ekîbên şaredariyê qeşaya ser peyarêyan şikandin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî hewa sar e.
Rê û peyarêyên bajêr cemed girtin.
Camên hin kargehan va jî qerimîn.
- Îdir
Li Îdirê jî di sir û sermayê da daran qiravî girt û spî bûn.
Li bajêr dar û ber spî çîl bûn û dîmenên xweş derketin holê.
Hin rêncberên bajêr, pezê xwe li cihên ku berf hindik lê bariye, çêrandin.
- Agirî
Li Agiriyê rûyê çem û robaran qerisîn, camên kargehan qerimîn.
Ser peyarêyên bajêr jî cemed çêbû û ekîbên şaredariyê paqijî kirin.
Welatiyan ji bo sermayê betanî û merş li wesayîtên xwe wer kirin.