Abdullah Tel
06 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2021
Gola Çildirê ya li Erdexanê ku ji ber sir û seqemê rûyê wê qeşa girtiye ji bo zarokên li serê kom bûn, bû qada patenê.
Gola Çildirê ya di navbera sînorê Erdexan-Qersê da cî digire û li herêma Rojhilatê Anadoluyê gola herî mezin a duyemîn tê hesibandin bi hewaya sar va qerisî û cemeda li ser golê qasî 15 santîmetre ye.
Zarokên li navçeya Çildirê li texma Atalayê hatin bal hev li ser gola qeşagirtî paten kirin û têra dilê xwe şemitîn.
Bi pêşengiya Leyla Yilmaz a antrenora patena cemedê ya Midûriyeta Bajêr a Spor û Ciwaniyê va 15 sporvan li ser gola qeşa girtî qasî 30 deqîqeyî pêşandeya patenê kirin.
- "Pîsta cemedê ya herî mezin a Tirkiyeyê ye"
Qaymeqamê Çildirê Alper Taş daxuyanî da rojnamegeran û got ku ev gol bi tenê ji bo Çildir û Erdexanê na ji bo Tirkiyeyê jî cihekî gelek muhim e û ji bo turîzma zivistanê xwedî potansiyeleke baş e.
Taş destnîşan kir ku ji bo bi kêrî nasandina navçeyê û herêmê bê wan gola qeşagirtî wek qada patenê ya siruştî amade kirin û wiha domand: "Li Tirkiyeyê bi siruşt û xweşiya xwe cihekî wek vê derê tuneye. Em niha li ser pîsta cemedê ya herî mezin a Tirkiyeyê ne. Kesên dixwazin vê xweşiyê bibînin bila kerem bikin û werin em li benda wan in. Gola Çildirê her demsal bi rengê wê demê xweştir dibe."
Şaredarê navçeyê Kemal Yakup Azîzoglu jî got ku Gola Çildirê xwedî bergeheke hêja ye û wiha domand: "Lazim e meriv bê vê derê û vê bergehê bi çavên serê xwe bibîne. Xebata îro li vê derê hat kirin jî ji bo nasandina gola me bû."