İbrahim Atmaca
29 Îlon 2019•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2019
"Sêva dirêj" a li Tirkiyeyê tenê li Kagizmana navçeya Qersê çêdibe û ji ber şiklê wê wek "sêva dirêj" tê binavkirin, derket ser dezgehan.
Sêvên dirêj li navçeya Kagizmanê li ser eraziyên ku hezar û 300 raqimî da ye çêdibe. Vê gavê dema daweşandina sêvan hat û li ser dezgehan tê firotin. Ev sêv him endemîk e û him jî dema ku digihêje bi tehm e.
Vê sêvê belgeya tescîlê ya îşareta erdnîgariyê hildaye û armanc ew e ku li bazarên Tirkiyeyê û li bazara dinyayê werin firotin. Taybetiya vê sêvê dirêjbûna wê ye û di cihê ku dendik tê da heye jî dişibe şiklê stêrkê.
Îsal sêvan zêde girt cotkaran dest pê kir û dişînin ser dezgehan.
Cotkarê sêva dirêj Ebûbekir Arat daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku xêr û bereketa îsal baş e û wan dest bi daweşandina sêvan kir.
Arat qala xêr û bereketa sêvên îsal kir û wiha dewam kir: "Sêva me ya dirêj li Tirkiyeyê tenê li navçeya me ya Kagizmanê çêdibe, şaxên vê sêvê birin bajarên din jî danîn, lê negirtin. Li ser sêva me alaya Tirk heye, di navê da jî stêrka me heye."
Firoşkarê sêvan Cesîm Çelîk jî diyar kir ku sêvên tescîlkirî derketin ser dezgehan û , ji ber ku sêv ji aliyê Serasker Şerîfê ku ji Nehcîwanê koçî Kagizmanê kir va hat dîtin, wek "Sêva Şerîf" jî tê zanîn.
Çelîk diyar kir ku dara sêva dirêj dişibe spîdarê û sêva wê jî dirêj e û wiha dewam kir, "Sêvên me ji hêkan dirêjtir in. Dar di mehên cotmeh û mijdarê da tên daweşandin. Heta nîsanê tiştek bi vê sêvê nayê û weke ku meriv nû daweşandibe ye."