15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2018
GAZÎANTEP
2 welatiyên Sûriyeyê yên li Heleba bajarê Sûriyeyê di bombebaranê da perçeyên şarapnelê li bedena wan ket û piştî li Gazîentabê hatin dermankirin ji nexweşxaneyê derketin û di dikaneke şûştina wesaîtan ya kevin da dimînin.
Mihemmed Meray (37) û Xalid Haccarê (27) qederê salek berê li Helebê di bombebaranê da perçeyên şarapnelê li bedena wan û piştî Sûriyeyê mehek berê hatin Tirkiyeyê û li Gazîentabê hatin dermankirin ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Şahînbeyê derketin.
Ji ber ku dereke lê bimînin tuneye Meray û Haccar li ser kolana Bogazîçiyê li taxa Hoşgora navçeya Şahînbeyê di dikaneke şûştina wesaîtan ya kevin da dimînin û bi saya xêrxwazan dijîn.
Mihemmed Meray diyar kir bi alîkariya xwediyê dikanê jiyana xwe berdewam dikin.
Meray destnîşankirin hê jî tên dermankirin û wiha got: "Ez û hevalê xwe li Helebê di bombebaranê da em birîndar bûn. Dewleta Tirkiyeyê xwedî li me derket û em li nexweşxaneyê hatin dermankirin. Bi saya xêrxwazan em dijîn. Piştî em bi temamî hatin dermankirin em dixwazin vegerin welatê xwe."