İbrahim Atmaca
20 Adar 2021•Rojanekirin: 21 Adar 2021
Ji navendên xweşiqitandinê li Palandokena Erziromê û Cibiltepeya Qersê bi destpêka pêvajoya normalîzebûna kontrolî ya têkoşîna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) va dawiya hefteyê qerebalixî çêdibe.
Ji ber ku êdî dawiya hefteyê qedexeya derketina derva tuneye, turîstên xwecî û biyanî berê xwe didin Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê û li wê derê li otelan dimînin, xwe dişiqitînin, snowboardê dikin û bêhna wan dertê. Hin malbatan bi zarokên xwe ra bi xizekê xwe şiqitand.
Li navendê qalindahiya berfê ji mêtreyekî zêdetir e û turîstên xwecî û biyanî têra dilê xwe, xwe şiqitand.
Wezîfedar û ekîbên zabiteyan jî li otel û pîstên Palandokenê timî hişyarî dan turîstan ku tevdîran piştguh nekin.
Ji kesên ku ji xweşiqitandinê hev dikin Mertay Osman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, piştî ku dawiya hefteyê qedexeya derketina derva hat rakirin, ew bi malbatî hatin Palandokenê.
Osman diyar kir ku wan guh da rêgezên Kovîd-19ê û wan dawiya hefteyê xweş derbas kir û ew kêfxweş in ku di meha adarê da sezona xweşiqitandinê dewam dike.
Li Cibiltepeya ku li Sariqamîşa navçeya Qersê ye jî bi berfa vê axiriyê barî va qalindahiya berê li pîstên etaba duyemîn heta 135 santêmî derket. Turîstan pîst tijî kir û xwe şiqitandin.
Yakup Onalê perwerdekarê xweşiqitandinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku berfa ku dawiya adarê barî, sezon dirêj kir û rûyê turîzmkaran geş kir.
Onal daxuyand ku xweşiqitandin wê di nîsanê da jî dewam bike.