Hüseyin Yıldız
20 Îlon 2022•Rojanekirin: 24 Îlon 2022
Li Îdirê daweşandina şefteliyan dest pê kir û îsal 4 hezar û 500 ton şeftalî tê payîn.
Li bajarê ku gelek zerzewade û fêkî lê çêdibin, cotkar van rojana şefteliyan berhev dikin.

Li tevahiya bajêr ser 2 hezar û 500 dekarî darên şefteliyan hatine danîn. Marketên herêmî di serî da hilberîner şefteliyan difroşin bajarên Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê.
Gundên Çalpala, Necafalî, Kadikişlak û Saribulak di serî da li tevahiya bajêr îsal 4 hezar û 500 ton şeftelî tê payîn.

Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê Ozkan Yolcu ji nûçegihanê AAyê ra got ku tehma şefteliyên Îdirê pir xweş e û ji ber vê jî rastî eleqeyê tê.
Yolcu wiha dewam kir, "Li ser nêzî 2 hezar û 500 dekarî darên şefteliyan hene. Çend cureyên şefteliyan hene ku ji bilî Îdirê li tu derê çênabin. Berên me li bazara herêmê û marketan tên firotin."
Ji hilberîneran Tayfun Aksoyê ji gundê Çalpalayê jî got ku wan dest bi berhevkirina şefteliyan kir û daxuyand ku ji dervayî bajêr jî sparîşên şefteliyan hene.
