Haydar Şahin
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2017
ARDAHAN
Piraniya rûyê Gola Çildiriya ku di nav golên Herêma Rojhilatê Anadoluyê da gola herî mezin a duduyan e qeşa girt û dîmenên xweşik derketin holê.
Gola Çildirê li herêmê gola herî mezin a ava şirîn e û ji aliyê mezinahiya rûberê xwe va jî piştî Behra Wanê di rêza duduyan da cî digire. Ji ber sermayê piraniya rûyê Gola Çildirê ya di navbera Erdexan û Qersê da cemidî.
Gola Çildirê hezar û 959 mêtreyî ji behrê bilindtir e, kûrahiya wê herî zêde 42 mêtre ye û rûberê wê jî 123 kîlomêtreqereyî digre. Qalindahiya qeşaya li ser golê li hin ciyan digihêje 3 santêman.
Rûyê golê bi tevahî dicemide, welatî li ser diçin û tên, xizangên hespan dişiqitînin, zivistanê qeşayê qul dikin û masiyan digrin. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî qeşaya rûyê golê dan.
Welatiyên ku hatin gola ji bo tûrîzma herêmê girîng e li ser qeşayê geriyan.
Qeşaya li ser rûyê golê tenik e û dibiriqe ji ber vê jî dîmenên xweşik derdikevin holê.
Rifat Vuralê welatî got ku li ber Gola Çildirê şaş û metel ma û wiha axivî: "Îro dîmenên ji bo kartpostalan derketin holê. Ji bo dîmen û wêneyan rojeke xweş e."