Mehmet Emin Gürbüz
19 Îlon 2025•Rojanekirin: 20 Îlon 2025
Li Boluyê Parka Neteweyî ya Yedîgollerê, siruşthezan di bedewiya payizê da derdixe rêwîtiyekê.
Parka neteweyî ya di navbera herdu metropol Enqere û Stenbolê da ku bi qasî 35 kîlometroyan dûrî navenda Boluyê ye û bi bedewiya xwe navûdeng e, kirasê payizê li bejna xwe kir.
Parka neteweyî ku wekî "deryaya daristanê" ya Boluyê tê zanîn û ji sedî 65ê wê bi daristanan hatiye dorpêçkirin. Navê xwe ji 7 golên ku ji Buyukgol, Serîngol, Derîngol, Nazlîgol, Kuçukgol, Încegol û Sazlîgol pêk tê digire.
Yedîgollera ku rengên kesk, zer û qehweyî lê serdest in, siruşthez tên fotografan lê dikişînin.
Yên tên serdana Yedîgollera ku deverên seyranê, terasên temaşekirinê û xalên bêhnvedanê jî lê hene, ji meşê û têkiliya bi siruştê ra kêfxweş dibin.
Parka neteweyî ku bi floraya xwe ya dewlemend û jiyana xwe ya kovî va balê dikişîne, di heman demê da mazûvaniya gelek ajelên wekî xezal, pezkovî, hirç, gur û sihorîkan jî dike.
Ekîbên Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî ku ji bo parastina herêmê xebata xwe didomînin, hişyariyê didin mêvanan da ku zirarê nedin siruştê.
Yedîgollera ku di her demsalê da mazûvaniya gelek geştiyarên xwecihî û biyanî dike, pêşwaziya kesên ku dixwazin bedewiya payîzê bibînin dike.
Dîmenê payîza Yedîgollerê ji asîmanan va hate girtin.