Zeynep Geçîta 9 salî ya ku li Başkaleya navçeya Wanê dijî, 7 sal e ji kezeba xwe nexweş e û li benda neqla kezebê ye.
Malbata Geçît li taxa Aşalana Başkaleyê dimîne. Zeynep di du saliya xwe da ji ber kezeba xwe nexweş dikeve û 7 sal e jî li ber xwe dide.
Bavê Zeynepê Ertan Geçît destnîşan kir ku keça wî nikare biaxive û hilmê berde û bistînê û wiha got: "Divê neqla kezebê bibe, tu derî neman ku min xwe avêtê. Ji ber tunebûna dinyayê nikarim keça xwe bidim dermankirin. Keça min bi xêra dermanan dijî û ez bangî rayedar û xêrxwazan dikim ku bibin alîkar."
Ertan Geçît diyar kir ku ji bo keça xwe hewl didim û wiha dewam kir: "Bijîşk dibêjin gere neqla kezebê bibe. Min serî li gelek deran xist, lê niha dest û piyê me girêdayî ye. 3 sal li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Erciyesê ya Qeyseriyê hat dermankirin. Peyra çûm Enqere, Stenbol û herî dawîn jî çûm Fakulteya Tipê ya Çapayê. Çûm ku derê jî nehat dermankirin. Li gor gotinên bijîşkan keça min dikare nêzî 50 rojan berxwe bide. Ez destteng im û nikarim tiştekî bikim. Keça min li ber çavên min dihele. Ez çareyekê dixwazim."
Diya Zeynepê Nurcan Geçîtê jî wiha got: "Keça min dimire. Bijîşk dibêjin 6 hefte dikare li ber xwe bide. Divê kezebê neqil bikin. Kezeba me lê nayê. Ji bo Xwedê bibin alîkar."
Bi saya dermanan êşa Zeynepê datîne û li benda alîkariyê ye.