Tosun
03 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2021
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu daxuyand li Şirnexê di şikefteke li herêma Çiyayê Gabarê da 5 terorîst bi çek û muhîmatên wan va hatin berterekirin.
Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Di 2021î da qehremanên me ji Çiyayê Gabarê xebera ewil dan. Di şikeftekî da 5 terorîst bi çek û muhîmatên wan va ji hêla qomandoyên me yên cendirme yên qehreman va hatin berterekirin. Xwedê ewladên me biparêze."
Di daxuyaniya Wezaretê da jî hat gotin di çarçoveya Operasyona Yildirim-1 Cudî ya Serçawîşê Pispor ê Serefser ê Cendirme yê Şehîd Siddik Uluocak da 5 terorîst hatin berterefkirin.
Hat daxuyandin operasyona ji hêla qomandoyên cendirme yên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û hêzên tevgera taybet va tê meşandin li herêmê dewam dike.