Önder Beyter
23 Adar 2020•Rojanekirin: 24 Adar 2020
Di 19 nûçegihanên Dezgeha Televîzyon û Radyoya Îranê (IRIB) da cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hat tesbîtkirin.
Serokê Ajansa Nûçeyan a Dezgeha Televîzyon û Radyoya Îranê (iribnews) Mehrdad Seyîd Mehdî ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku hin hempîşeyên wî bi Kovîd-19ê ketin.
Mehdî di parvekirina xwe da wiha got, "Hevalên min ên kar hê ji betilandina hilbijartina giştî hêsa nebûbûn, derbasî eniya herî pêş a vîrusa koronayê bûn. Çendîn caran li ciyên herî xeternak xebitîbûn. Ez ji bo 19 hevalên me yên xebatkarên IRIBê yên ku bi vîrusa koronayê ketin, şifa û silametiyê dixwazim."
Kovîd-19a ku li Çînê rû da, li Îranê cara ewil 19ê sibatê li bajarê Qûmê hatibû dîtin û dû ra belayî hemû welêt bûbû.
Wezareta Tenduristiya Îranê eşkere kiribû ku ji îro pê va li welêt hejmara qurbaniyên Kovîd-19ê derket 1812an, ya weqayan jî derket 23 hezar û 49an.