Haydar Şahin
10 Adar 2020•Rojanekirin: 11 Adar 2020
Li Îranê 54 kesên din jî ji ber vîrusa koronayê ya tîpa teze (Kovîd-19) mirin û hejmara miriyan derkete 291 kesî û hejmara nexweşan jî derkete 8 hezar û 42 kesan.
Li gor Ajansa Xeberan a Xwendekarên Îranê (ÎSNA), Kiyanuş Cîhanpurê Berpirsyarê Têkiliyên Gel ê Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di 24 saetên dawîn da li tevahiyê welêt 54 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derkete 291 kesî.
Cîhanpur destnîşan kir ku hejmara nexweşan jî 881 kes zêde bû û derkete 8 hezar û 42yan, 2 hezar û 731 kes hatin dermankirin û çûn malên xwe.
Li Îranê cara ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qûmê hatibû tesbîtkirin.
Li Îsraîlê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê derket 58an
Wezareta Tenduristiya Îsraîlê ragihand ku li welêt hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) derket 58an.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê da hat destnîşankirin ku 7 Îsraîliyên din ku navên wan nehat parvekirin jî bi Kovîd-19ê ketin.
Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin, ji kesên ku bi vîrusê ketin 4 jê ji Ewropayê, yek jê jî çendek berê ji Azerbeycanê vegeriyan û herwiha 2yên mayîn jî ji kesên ku Kovîd-19 di wan da hatibû tesbîtkirin, wergirtin.
Bi vî awayî li Îsraîlê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê derket 58an.
Rêveberiya Tel Avîvê ji ber Kovîd-19ê biryar sitandibû ku Îsraîlî û biyaniyên tên welêt, 14 rojan di karantînayê da bimînin.
Biyaniyên ku tên Îsraîlê heger ji bo ku di karantînayê da bimînin, navnîşanekî destnîşan nekin, dê ji bo welêt neyên qebûlkirin. Ev sepan jî 12ê adarê dê bikeve rewacê.