Abdullah Tel
10 Adar 2020•Rojanekirin: 11 Adar 2020
Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Hamad Hesen daxuyanî da qanala têlevizyonê ya dewletê û got ku welatiyê bi navê Can Hurî yê ku 5 roj berê ji Misrê hatibû û nexweşiya Kovîd-19ê pê ra derketibû, wefat kir.
Hesen destnîşan kir ku heta duh jî rewşa Huriyê li Beyrûtê di Nexweşxaneya Refîk Harîrî da dihat dermankirin baş bû û destnîşan kir ku ji ber mirina wî ew ê di qada definkirina kesên ji ber şewbê mirin da hin sepandinên nû bikin rewacê.
Nexweşxaneya Refîk Harîrî duh daxuyanî da û ragihand ku tevlî 9 weqayên nû hejmara kesên li seranserê Libnanê bi şewba Kovîd 19ê ketine gihîşt 41î û ji wan rewşa 4 kesan gelek girane.
Wezareta Perwerdehî û Hîndekariyê jî ragihandibû ku hemû dibistan ji ber şewba Kovîd-19ê heta 14ê Adarê hatin tetîlkirin.