Elif Irmak
14 Adar 2020•Rojanekirin: 17 Adar 2020
Lûtkeya serokan a ku dê bi mazûvantiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di 17ê adarê da li Stenbolê bihata kirin ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû dê bi telekonferansê bê kirin.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin Serokomar Erdogan dê di lûtkeya ku di 17ê adarê da bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê ra bike da li ser mijara Îdlib û penaberan û têkiliyên Tirkiye-YEyê bisekine.
Lûtkeya dihat plankirin ku li Stenbolê bê kirin ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû dê bi telekonferansê bê kirin.