Elif Irmak
14 Adar 2020•Rojanekirin: 14 Adar 2020
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê yê Dinyayê (RTD) Tedros Adhanom Ghebreyesus got ku Ewropa êdî bû wekî navenda şewba vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19).
Ghebreyesus di civîna ku li navenda RTDyê ya li Cenevreyê hat kirin û tenê rayedarên RTDyê û ew beşdar bû û wekî "civîna çapemeniyê ya sanal" hat binavkirin da bersiva pirsên nivîskî yên ku bi e-posta û têlefonê hatin da.
Tedros Adhanom Ghebreyesus bal kişand ku li Ewropayê jimara weqa û mirinên ji ber Kovîd-19ê yên rojane ji Çînê derbas bû û got ku "Ji xeynî Çînê bi jimarên weqa û mirinên ku cihên din ên dinyayê hatin ragihandin Ewropa êdî bû wekî navenda pandemiya Kovîd-19ê."
Ghebreyesus diyar kir ku li tevahiya dinyayê ji 123 welat û herêman 132 hezar weqayên Kovîd-19ê hatin ragihandin û wiha axivî: "Mirina 5 hezar kesî qonaxek e."