09 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Bi taybetî ji îna borî hetanî îro di hûrkirina dowîzan da terciha gelê xwe teqdîr dikim. Ez li ser navê welat û miletê xwe ji gelê xwe ra sipas dikim. Lê belê têrê dike? Na. Ez wer difikirim ku dibê miletê min hê jî di ser da here."
Serokomar Erdogan piştî nimêja înê pirsên rojnamevanan bersivand û diyar kir ku biyarên der barê aboriyê yên ku do hatin eşkerekirin ji bo ku veberhêner û piyaseyê bidin rihetkirin e.
Erdogan got daxuyanî ji hêla Saziya Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKUR) va girîng e û wiha pê da çû: "600 hezar. 100 hezarê wî di dewletê da, 500 hezarê wî jî di sektora taybet da ew ê bên îstixdamkirin, ev ji bo çareserkirina bêkariyê girîng e. Ev di 9 mehan da jî bibe ez bawer dikim ku sektora taybet ew ê vê baş binirxîne. Bi vî awayî 500 hezar kes di sektora taybet da bên îstixdamkirin û berdêa wê jî bi destê ÎŞKURê bê dayîn, 100 hezar kes jî di dewletê da bên îstixdamkirin. Ez wer difikirim ku ev ji bo pêvajoya baş hatine tesbîtkirin."
Serokomar Erdogan got ku xêncî vê bi taybetî ji îna borî hetanî îro di hûrkirina dowîzan da terciha gelê xwe teqdîr dike, li ser navê welat û miletê xwe ji gelê xwe ra sipas dike û wiha pê da çû:
"Lê belê têrê dike? Na. Ez wer difikirim ku dibê miletê min hê jî di ser da here. Ji xwe Birêz Serokwezîrê me jî do der barê vê da daxuyanî da. Di kirînên dewlet û kamûyê da jî, heke tiştekî din dernekeve, lireyê tirkan yê bê bikaranîn, ev ê jî destê me rihet bike. Beriya wê bûyera melûm min bi Birêz Putîn ra xeber dabû. Me gotibû ku 'Em pereyê xwemalî va îxracat û îtxalata di navbera xwe da bikin.' Lewra hûn jî dizanin ku bazirganiya me û Rûsyayê demekê gihîştibû 35 milyar dolarî. Ev jî reqemeke girîng e, ku bi rûble bidin me û ji me jî bi lireyê tirkan bikirin ev ê destê me zehf rihet bike."
- "Lobiya Faîzê..."
Serokomar Erdogan bal kişand ser mijara faîzê jî û wiha pê da çû:
"Divê gelê min êdî prîmê nede lobiya faîzê, lewra lobiya faîzê di pêşbaziya tiştekî da ye... Ji çavkaniyên xwe na, ji ser pereyê gel da mewduata gel ji xwe ra dike rant û peyra jî pesnê xwe dide. Nika mêze dikin ku her yekê wan qala 3, 4, 5, 6, 7 trîlyon, katrilyonî dike. Min wan rojan eşkere got 'We sala par çi qezenc kir, îsal çi qezenc kir? Hema bi tenê ferqa di navbera herdu salan da bi faîzeke kêm bidin veberhêneran û ew jî veberhênanan bikin, gel di encama vê verbehênanê da çi yê derkeve? Veberhênanê berfireh be. Îstixdam, hilberîn, reqabet û hêzê zêde be. Ji vê jî welatê qezenc bike. Mixabin li ser rêyên ku rihet pere qezenc bikin disekinin, di mijara faîzê da ez bawer im ku di pêvajoya were da wê hikûmet û Bankeya Navendî hesas tevbigerin, divê bankeyên dewletê û bankeyên kamuyê di vê mijarê da rê vekin û bibin mînak."
- Qanûna bingehîn a teze
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser amadehiyên qanûna bingehîn û wiha got: "Vê gavê serokên partiyan di nav hev da li hev kirine. Ji niha pê da pêvajoya komisyon û lijneya giştî dest pê dike. Bawer im wê pakêteke ku 20 bend tê da hene piştî lêkolîn û hevdîtinan wê were ber destê me. Em ê jî di vê mijarê da nixandina bi derengî nexin, bibêjin 'desthilatdarî bê şert û merc ya gel e' û biqedînin."