09 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2016
DIYARBAKIR
Berat Polatogluyê ku li Diyarbekirê kuaforiyê dike û li Napoliya Îtalyayê di pêşbaziya Federasyona Kuaforên Dinyayê da bû duyemê dinyayê, ji ber êrîşa terorê kêfa wî ya kupayê nîvco ma.
Polatogluyê ku li Baglarê kuaforiyê dike, bi destê Serokatiya Tirkiyeyê ya Federasyona Kuaforên Dinyayê (Confederation Mondial Coiffure) tevî 5 kesan hat hilbijartin û li Napoliyê beşdarî pêşbaziyê bû.
Di pêşbaziya ku ji 28 dewletan ekîb beşdar bûn, ekîba Tirkiyeyê bû sêyemîn û Polatoglu jî di kategoriya şexsî da bû duyemînê dinyayê.
Polatogluyê ku bi vê serkeftinê vegeriya Diyarbekiyê rastî êrîşa terorê hat ku endamên PKKya rêxistina terorê 4ê Mijdarê li texma avahiya Midûriyeta Şaxa Çevîk Kuvvetê minîbusa 3 ton teqemenî barkirî teqandin û di teqînê da 2 jê polês 13 kes mirin û ji 100î zêdetir kes birîndar bûn.
Polatogluyê ku di êrîşê da dikana wî ya kuaforiyê zirar dît, nekarî kêf bike.
- "Ev serfiraziya me hemûyan e"
Polatoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku bi salan e vî karî dike û got ku 9 salên dawîn jî li dikana xwe vî karî dimeşîne.
Polatoglu got ji bo ku di karê xwe da pêş bikeve li dervayê welêt beşdarî perwedeyên pîşeyê bû û wiha axivî: "Hetanî destê sibê ranedizam. Li ser model, stîlan xebitîm. Difikirim ku sala pêşiya me stîlên xwe çêbikim. Her tim hedefa min ew e ku têkevim nav yên herî serkeftî. Ji bo ku têkevim nav kuaforên herî rind hewl didim. Înşaellah ê ezê bi ser kevim."
Polatoglu diyar kir ku berê jî tevlî pêşbaziyên li bajêr, herêm û Tirkiyeyê bû, di van pêşbaziyan da hin derece bi dest xist û herî dawî jî çû Napoliyê.
Polatoglu destnîşan kir ku di pêşbaziya ku 23-24ê cotmehê hat kirin da di nav 28 welatan da Tirkiye kete rêza 3yan û wiha pê da çû: "Meriv nikare qala keleceniya wê çaxê bike. Te digot nigên min ji erdê qetiyan, em gişk li wê derê giriyan. Ez kêfxweş bûn. Ev serfiraziya welat, memleket û me hemûyan e."
- "Bombe teqiya hewesa min di ber min da ma"
Polatoglu got di pêşbaziya li Napoliyê da di beşa "birîn û şekildayînê" da li dinyayê kete rêza 2yan û wiha axivî:
"Tesewira min eleqeyeke mezin dît. Te digot me Îtalya ji binî va hejand. Bi hezaran kîlometre wê da ji Diyarbekirê yek hatiye û li Îtalyayê bûye kesê 2yan, ev tiştekî bêterîf e. Min kupa sitand lê belê çaxa ku vegeriyam bi encameke nebaş ra rû bi rû mam. Li rexê me bombe teqiya, hewesa min di ber min da ma."
Polatoglu wiha axivî: "Min di got ez ê herim Diyarbekirê ewê pêşwaziya me bikin. Lê min nekarî bibêjim ez bûme duyemînê dinyayê jî. Ji bo pîrozbahiyê nehatin, ji bo şifaxwestinê hatin. Mixabin, welatê me van tiştên qewimîn heq nake. Xweziya bi xeberên xweş navê me derketiba. Ev tişt navê bajarê me xirab dike."