08 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
ÎZMIR
Serokwezîr Bînalî Yildirim got, "Em çiqasî hewl didin ku qala qanûna bingehîn bikin jî, Birêz Kiliçdaroglu di rastiyê da tişta ku em nikarin bêjin pir baş got. Dibê em ji wî ra sipas bikin. Dibêje 'Heke serokwezîr û serokomar ji heman partiyê bin û li hev nekin ew ê çi bibe?' Kemal Beg bira sax be ya ku me nikaribû bêjin, ji hemû Tirkiyeyê ra got. Em jî hema vî tiştî dibêjin. Wa ye ev sîstem, sîstema niha vê tîne. Lihevnekirina li vir, nîqaşa desthilatê ji holê radike. Lê hûrgiliyek heye. Haya Birêz Kiliçdaroglu tune ku sîstem diguhere, dibe ku westiya be û ferq nekiribe. Binihêrin bi vê sîstema ku tê va êdî li Tirkiyeyê hilbijartinên serokomariyê wê nebe nîqaş û qeyran."
Serokwezîr Yildirim beşdarî merasima vekirina Xaçerêya Kemalpaşa-Bornova-Otogarê ya li ser rêbeja Stenbol-Îzmirê bû.
Serokwezîr Yildirim got hewl didin ku ji welatiyan ra qala guherîna qanûna bingehîn bikin, di vê mijarê da dibê ji Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Gişkî yê CHPê ra sipas bikin. Yildirim bi bîr xist ku Kiliçdaroglu dibêje "Heke serokwezîr û serokomar ji heman partiyê bin û li hev nekin ew ê çi bibe?" û wiha pê da çû:
"Kemal Beg bira sax be ya ku me nikaribû bêjin, ji hemû Tirkiyeyê ra got. Em jî hema vî tiştî dibêjin. Wa ye ev sîstem, sîstema niha vê tîne. Lihevnekirina li vir, nîqaşa desthilatê ji holê radike. Lê hûrgiliyek heye. Haya Birêz Kiliçdaroglu tune ku sîstem diguhere, dibe ku westiya be û ferq nekiribe. Binêhêrin bi vê sîstema ku tê va êdî li Tirkiyeyê hilbijartinên serokomariyê wê nebe nîqaş û qeyran. Bîna bîra xwe leşkeran di sala 1971ê da gotin 'Heke felan kesî hilnebijêrên em ê bombeyan biavêjin Meclisê' û leşkeran dora meclisê pêçan."
Serokwezîr Yildirim got ku hemû tiştên rind bi 'erê'yê va dest pê dikin û ji 'na'yê xêr nayê û wiha axivî: "Di 2007an da nehiştin ku em bi xwe serokomarê xwe hilbijêrin, îcada 367an derxistin, lê me jî got ku em van nas nakin, em lêferzkirinan nas nakin. Em tenê millet nas dikin, em tenê îzmiriyan nas dikin. Me go em ê biçin cem millet û vê gavê millet serokomar hildibijêre. Me ev mesele hel kir. Qismê herî giring ê vê guhertinê ew e ku êdî welatî li ser sandoqê hikûmetan ava dikin. Dema ku hûn hildibijêrin, hûn qadroyên ku wê 5 salan Tirkiyeyê bi rê va bibin jî hildibijêrin. Di hilbijartineke din da hûn careke din hildibijêrin, hûn bixwazin dikarin biguherînin. Mohr ya we ye, biryar ya we ye."
Yildirim destnîşan kir ku hin kes dibêjin 'eva sîstema ji bo Erdogan e' û got, "Eva sîstema ji bo Erdogan nîne, ji bo hemûyan e."
Serokwezir Yildirim ji welatiyan ra got, "Ji bo zarok, neviyên me, sibe roja Tirkiyeyê, rojên ronî, pêşketin û îstiqrara welêt, bidawîbûna terorê biryara me" û li ser vê welatiyan gotin "erê".