Haydar Şahin
24 Mijdar 2017•Rojanekirin: 25 Mijdar 2017
SÊRT
Fusun Kankiliça ku li Bursayê jiyana xwe didomîne çaxa bi kurê xwe ders dida xebatê biryar da ku perwerdeya xwe bidomîne û di 42 saliya xwe da bû mamoste.
Kankiliça 43 salî ya diya 2 zarokan ji vir 7 sal berê bi kurê xwe yê ku ji bo Ezmûna Tesbîtkirina Astê (SBS) amade dibû ders dida xebatê û biryar da ku perwerdeya xwe ku 20 sal navber dabûyê bidomîne.
Kankiliç 4 mehan ders xebitî û kete ezmûna zanîngehê û Beşa Ziman û Edebiyata Tirkan a Fakulteya Xwendina Jidûrva a Zanîngeha Anadoluyê qezenc kir. Kankiliçê piştî ku zanîngeh qedand jî perwedeya formasyonê sitand.
Di mamostetiyê da sînorê 40 salîbûnê hat rakirin û ev ji bo Kankiliçê bû firsend û Kankiliç kete Ezmûna Hilbijartina Personelên Dewletê (KPSS) û wek mamosteyê Edebiyat û Zimanê Tirkî tayînî Lîseya Îmam Xetibê ya Anadoluyê ya Eruha Sêrtê bû.
Kankiliçê zarokên xwe û mêrê xwe li Bursayê hîşt û da pey xeyala xwe ya mamostetiyê û hate Erûhê. Kankiliç bi hewla xwe va ji her kesî ra bû mînak.
- "Ez ji xwedinê zehf hez dikim.
Kankiliçê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û qala serpêhatiyên xwe yên ji bo mamostetiyê kir.
Kankiliçê got çaxa di lîseyê da dixwend xeyala wê ew bû ku bibe mamoste lêbelê di ezmûna zanîngehê da bi ser neket. Kankiliçê diyar kir ku paşê mêr kir û bû xwediyê 2 zarokan, çaxê bi kurê xwe yê ku ji bo Ezmûna Tesbîtkirina Astê amade dibû dida xebatê biryar da ku perwerdeya xwe bidomîne û ji bo ezmûna zanîngehê xwe amade kir.
Kankiliçê got ku bi hewleke baş xwe ji ezmûnê ra amade kir, zanîngeh qedan û wek mamoste hat tayînkirin, ji ber ku gihîşte mirazê xwe yê mamostetiyê zehf kêfxweş e.