Serokê Beşa Zimanên Rojhilatê yê ZEyê Doç.Dr. Goksel Turkozu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dema Beşa Ziman û Edebiyata Ermenîkî di 2010an de vebû û 6 xwendekaran qeyda xwe çêkir. Lê her ku sal derbas bûn xwendekaran eleqe nîşanî beşê dan.
Turkozu destnîşan kir ku beş bi pêşengiya Serokê Saziya Dîrokê ya Tirk ê niha Prof. Dr. Metîn Hulagu hat vekirin. Her çend vekirina vê beşê derengî jî ketibe, girîngiya wê ya stratejîk heye.
Turkozu bal kişand ser girîngiya zanebûna ermenîkî û wiha axivî:
"Di sala 1984an de li Zanîngeha Atatirkê ya Erziromê Kongreyeke Ermeniyan yeka mezin hatiye lidarxistin. Heke piştî vê kongreyê beşa zimanê ermenîkî vebûya, niha di vî warî de gelek pêşveçûn çêbibûn. Der heqê dîroka ermeniyan de gelek çavkanî hene. Lêbelê ji ber ku kesên zimanê ermenîkî bizanibin zêde tunene, ev çavkanî nayên xwendin û li ser lêkolîn nayên kirin. Ji aliyekê ve jî ji ber ku hejmara kesên ku zimanê ermenîkî dizanin kêm e, agahiyên çewt tên dayîn û hin tişt çewt tên fêmkirin. Her çiqas ji aliyê siyasî ve pirsgirêk hebin jî, divê welat zimanên hev du bizanibin. Dixwazî bila Afrîka be, dixwazî bila welatên din bin, bi saya serê ziman dijmintayî kêm dibin, tiştên ku çewt tên fêmkirin sererast dibin."
- Xwendekarên mezûn ji bo kardîtinê tengasiyê nakşînin
Turkozu got ku gava xwendekaran dîplomayên xwe hildan dê zû ji xwe re kar bibînin û di saziyan de dest bi kar bikin.
Unal Yoldaşê ku ji bo perwerdeya zanîngehê ji Meletiyê hatiye Kayseriyê di pola 4emîn de dixwîne. Yoldaş got: "Piştî hevdîtinên 2008 û 2009an yên ku li Zurîhê di navbera Tirkiye û Ermenistanê de dest pê kirin, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan gotibû 'Em amade ne ku arşîvan vebikin'. Li ser vê gotinê min biryar da ku ez vê beşê tercîh bikim."
Yoldaş bal kişand ku hewcedarî bi kesên ermenîkî dizanin heye û wiha dewam kir: "Bi taybetî kesên ku ermenîkiya Rojhilat dizanin lazim in û li van kesan digerin. Dema ku min ev beş tercîh kir hevalên min bertek nîşanî min dan. Jixwe em herdu milet bi salan bi hev re mane. Ez ji beşa xwe pir hez dikim. Înşeallah dema ku ez vê beşê biqedînim ez ê zû ji xwe re karekî bibînim."