24 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2016
SÎVAS
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz li Qada Komarê ya Sêwasê beşdarî nobedariya demokrasiyê bû û ji welatiyan ra axivî.
Wezîr Yilmaz li ser pirseke 'piştî hewldana derbeyê şûna mamosteyên ku ji kar hatine dûrxistin wê mamosteyên nû bên wezîfedarkirin an na?' wiha got: "Hejmara mamosteyên ji wezîfeyê hatine dûrxistin zêde bû. Dema ku ev dibistan jî bikevin destê dewletê qasî hejmara mamosteyên ku hewcedarî pê heye wê mamoste bên wezîfedarkirin. Ev jî ji 20 hezarî zêdetir mamoste dike. Di rojên pêşiya me de ev hejmar wê diyar bibe."
Yilmaz got ku mamoste wê di meha sibatê de bihatana wezîfedarkirin, lê ji ber vê rewşa nû ew ê şûna mamosteyên ku ji kar hatine avêtin, îsal mamosteyan wezîfedar bikin.
Yilmaz anî ziman ku di sala 2016an de wê bi mulaqatê ve mamosteyên bipeymanî wezîfedar bikin.
Wezîr Yilmaz li ser pirsa 'xwendekarên ku di dibistanên FETOyê de dixwînin' de jî wiha axivî: "Xwendekar xwendekarên me ne û em ê yekî jî mexdur nekin. Jê gelek diçin dibistanên taybet. Ev dibistan yên dewletê ne û em ê wan bi rê ve bibin. Lê lîsansa mamosteyên ku li wir dixebitîn hatine betalkirin. Em ê ne bi wan mamosteyan, mamosteyên ku Wezareta Perwerdeya Neteweyî wezîfedar kirine ve dewam bikin. Em ji xwendekaran re dibêjin tu kes wê mexdur nebe. Înşallah em ê perwerdeyeke ji berê baştir bidin ewladên xwe."