27 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2016
BÎNGOL
Li Zanîngeha Bîngolê di çarçoveya jêpirsîna hewladana derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de 49 kesên ku di nav wan de profesor, doçent, hîndekar û xebatkarên îdarî hene ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Li gor agahiyan di çarçoveya jêpirsîna hewladana derbeyê ya FETOyê de li zanîngehê 45 kes ji akademiyê û 4 kes jî ji nav xebatkarên îdarî ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Hat ragihandin ku di nav kesên ku ji wezîfeyê hatine dûrxistin de profesor, doçent û alîkarên doçent hene.