04 Sibat 2019•Rojanekirin: 05 Sibat 2019
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê dibistana ku ji hêla terorîstên PKKyî va hatibû tehrîbkirin hat nûkirin û piştî sê salan car din dest bi perwerdeyê kir.
Qasî 4 hezar û 500 xwendekarên Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê, Dibistana Seretayî/Navîn a Mardînqapiyê, Dibistana Seretayî/Pêşdibistana Suleyman Nazîf, Dibistana Navîn a Yavuz Selîm û Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê/Lîseya Anadoluyê ya Alparslan ji ber ku dibistanên wan ji hêla terorîstan va hatibû şewitandin mexdur bûbûn.
Xwendekarên mexdûr bûbûn di dibistaneke ji hêla TOKIyê hatibû çêkirin da perwede dîtibûn.
Piştî operasyonên ewlehiyê li navçeyê dibistanên zirar dîtibûn tên temîrkirin û xwendekar dîsa li dibistanên xwe dest bi perwerdeyê dikin.
- 694 xwendekaran dest bi perwerdeyê kir
Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê/Lîseya Anadoluyê ya Alparslanê 694 xendekaran dest bi perwerdeyê kir.
Qaymeqamê Sûrê û Cigirserokê Şaredar Abdullah Çîftçî û Midûrê Perwerdeyê yê Neteweyî Eyup Uçak li dibistanê beşdarî merasima xwendina Sirûda Îstiklalê bûn.
Piştî xwendina sirûdê xwendekar belavî polên xwe bûn.
Çîftçî bi xwendekaran ra sohbet kir û avalên kirtasiyeyê li wan belav kir.
Qaymeqam Çîftçî got di êrîşan da 4 hezar avahî hatine tehrîbkirin ku ji van yek jî ev dibistan e û wiha axivî: "Piştî 3 salan zarok û ciwanên me di dibistanên xwe da dest bi perwerdeyê dikin ku em ji ber vê kêfxweş in."
Çîftçî anî ziman li Diyarbekirê şûna terorê ew aramî, biratî, aştî, dengê çand û muzîka Diyarbekirê dixwazin.
Midûrê Perwerdeyê yê Neteweyî Eyup Uçak jî bi bîr xist ku xwendekar li dibistanên din perwerde didîtin, lê îro gihîştine dibistana xwe.
Uçak kêfxweşiya xwe anî ziman ku dibistan car din hatiye vekirin û xwendekar li wir dersê dibînin.
- Xwendekar kêfxweş in
Sultan Mercana xwendekara pola 8an got ew ji ber bûyeran û tehrîbkirina dibistanê çûne dibistaneke din û niha kêfxweş e ku ew dîsa li dibistana xwe perwerdeyê dibîne.
Beyza Rollasê jî got ew li dibistanên din wek mêvanan bûn, ne rehet bûn, lê piştî sê salan ew dîsa vegeriyane dibistana xwe û spasiya dewletê kir.
Melîsa Gunay Kudaya xwendekara pola 11emîn jî got ew kêfxweş e ku dîsa hatiye mekteba xwe.