Önder Beyter
03 Sibat 2019•Rojanekirin: 05 Sibat 2019
AZEZ
Li bakurê Sûriyeyê li herêmên ku bi operasyonên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê va ji terorê hatin paqijkirin, bi xilasbûna betlaneya nîvê salê ra zengila dersê ji bo xwendekaran cardin lê da.
Li navçeyên Helebê Ezaz, Bab, Cerablus û Efrînê qedera 350 hezar xwendekarên ku di dibistanên ku bi destê Wezareta Perwerdeya Neteweyî û meclisên xumalî va hatin temîrkirin da dixwînin, piştî ku betlane qediya, dest bi xwendina dersan kirin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Ezazê Mihemed Nadir Horanî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamêrê AAyê da wiha got, "Me dibistanên li Ezazê ziyaret kirin û em bûn şirîkê şahî û kêfxweşiya xwendekarên me."
Horanî diyar kir ku betlane bi dawî bû û xwendekar cardin diçin dibinstanê û wiha got, "Ez di serdema duyemîn da ji bo hemû xwendekarên me serkeftinê dixwazim."
Xwendekarê pola 6emîn Nîzar Huseyîn Hamûs jî wiha xeberda, "Ez di Dibistana Bedîr Kubra ya Ezazê da dixwînim. Piştî betlaneya 15 rojan me cardin dest bi dibistanê kir. Em ligel heval û mamosteyên xwe cardin hatin cem hev. Ez ê serdema duyemîn baştir bixebitim û pileyên baş werbigirim."