Nihat Kavşut
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
TUNCELÎ
Zanîngeha Munzurê ya li Tunceliyê 9 sal berê hat avakirin û jê ra 136 milyon lire çavkanî hat veqetandin bi temambûna xebatên dewam dikin wê li ser qadeke qederê 150 hezar mêtroqere cî bigire û bi saya zanîngehê rengê bajêr her diçe diguhere.
Li Tunceliyê zanîngeha ku di sala 2008an da bi navê "Zanîngeha Tunceliyê" hat avakirin û par bi biryarnameyê navê wê wek "Zanîngeha Munzurê" hat guherandin her roj mezin dibe.
Li zanîngehê berê 3 fakulte, 2 enstîtu û dibistaneke bilind ya meselekî hebû û îro bi 6 fakulte, 2 enstîtu, 3 dibistanên bilind yên meslekî, dibistaneke bilind ya tenduristiyê, 8 navendên lêkolîn û ceribandinê û beşên curbecur mezin dibe.
Di destpêkê da li zanîngehê 6 personelên akademîk û 16 personelên îdarî hebûn, lê îro jî bi 650 personelî xizmetê dide xwendekaran.
Li zanîngehê li ser qadeke 60 hezar mêtroqere avahiya îdarî ya rektoriyê, şaxên îdarî, fakulteya endezyariyê, laboratuvarên Ar-Geyê, laboratuvarên perwerdeyê, dibistana amadehiyê ya îngilizî, kafeterya, mala rektoriyê, lojmanên personelan û salona sprorê ya girtî hatine avakirin û ji bona çêkirina beşên din jî xebat dewam dikin.
Prof. Dr. Ubeyde Îpekê Rektorê Zanîngeha Munzurê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji destpêkê heta niha zanîngeh mezin dibe û wiha dewam kir: "Beşên ewil yên zanîngehê temam bûn, niha çêkirina beşên din dest pê kirine. Di sala 2018an da kampusa zanîngehê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê wê bibe kampusa herî baş û li Tirkiyeyê jî bikeve nav kampusên herî baş."
Îpek destnîşan kir ji bona beşên mane hikûmetê 136 milyon lire çavkanî veqetand û wiha got: "Piştî ku beşên girtî temam bûn dawiya sala bê em ê bi 15-20 milyon lireyî jî li ser qadeke 60 hezar mêtroqere qadên jiyana civakî çêkin."