HATAY
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Duh dîsa li Cîzreyê hin kesan xwest ku provakasyonan derbixin. Ez ji vê derê, ji Kongreya me ya Hatayê cardin bangî hemû welatê me dikim; li vî welatî kî bixwaze bi çalakiyên provakatîf ve biratiya me têk bibe, em ê li hemberî wan wek çiyayê Amonosan bisekinin."
Davutoglu li Salona Sporê ya Hatayê di 5emîn Kongreya Bajêr ya Asayî ya Hatayê de axivî û li ser bûyerên Cizîrê sekinî û got ku ev bûyer provakasyon in. Davutoglu wiha dewam kir:
"Em behsa pêvajoya çareseriyê dikin, lê duh dîsa li Cîzreyê hin kesan xwest ku provakasyonan derbixin. Ez ji vê derê, ji Kongreya me ya Hatayê cardin bangî hemû welatê me dikim; li vî welatî kî bixwaze bi çalakiyên provakatîf ve biratiya me têk bibe, em ê li hemberî wan wek çiyayê Amonosan bisekinin. Çi dibe bila bibe înşallah em ê encama pêvajoya çareseriyê serkeftî bikin. Me ji bo van provakasyonan her cure tevdîr hilda, em ê hildin jî."
Di salonê de hin kesan got ku "Tirk û kurd bira ne, yên cudakar qeleş in". Davutoglu li ser vê duruşmeyê got ku ev duruşme ya herî baş e û wî ev duruşme li Tunceliyê, Ezurmê û di kongreyên her derê welêt de bihîst. Davutoglu got: "Tirk û kurd bira ne, cudakar qeleş in, bi heman awayî elewî û sunî bira ne, cudakar qeleş in."