DIYARBAKIR
BDP ji bo ku balê bikşîne ser rewşa kurdên Sûriyê çalakiya "zincîra mirovan" pêk anî. Demirtaş û çend parlementerên BDPê jî beşdarî çalakiyê bûn. Kom derkete li ser bircên Diyarbekirê û destên hev girtin. Demirtaş piştre ji otobûsa partiyê bangî partiyiyan kir û got: "Ji bo şoreşa Rojavayê em bi coş tevnegeriyan. Divê em li vir tevgereke bicoş nîşan bidin û xwedî li şoreşê derkevin. Em ne tenê li ser navê gelê kurd, ji bo hemû gelan diaxivin. Ji Misrê bigre heta Filistînê, ji Îranê bigre heta Şam û Heleba Sûriyê, ji Tûnûsê bigre heta Lîbyayê, Somaliyê hemû gelên bindest yên ku îro qetliyam li wan tê kirin û bindest in ji bo ku rizgar bibin, em mecbûr in ku xwedî li Rojavayê derkevin."
Demirtaş diyar kir ku bila hin kes li wan çeteyên wehşî yên ku li ser navê îslamê banga cihadê dikin xwedî dernekevin û wiha axivî: "Yên ku îro li dijî şoreşa Rojavayê tevdigerin û ji Entabê bigrin heta Riha û Diyarbekirê piştgiriyê didin van çeteyan, bila baş bizanin ku em wan çeteyan ne misilman, wek mirov jî qebûl nakin. Li wir kesên ku li hemberî zilm û zora Esed li ber xwe didin hene. Ev rastî ye. Bila tu kes ji wan kujerên ku li Rojavayê zarokên kurdan serjê dikin re nebêje mûcahîd û misilman. Yên ku li ber van tiştan bêdeng dimînin jî wek wan in."
Demirtaş diyar kir ku ji wan re bi tenê derman û xwarin şandin têrê nake û wiha got: "Bizanibin ku li Rojavayê kesên ku xwe diparêzin, berpirsyariya zarokên me jî diparêzin. Ji bo pêşeroja wan a azad canê xwe didin. Divê her kes vê kelecanê hîs bike û dil bide wan. Partiya me ji bo ku mil û dil bide wan dê tax bi tax, kuçe bi kuçe, gund bi gund bigere û bixebite."