SÊRT
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş got ku "Telefona min, mala min, odeya min a li parlemento û partiyê hê jî guhdar dikin. Hê jî di odeya min de cîhazên guhdarkirinê hene."
Demirtaş beşdarî 1emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina Bajêr a HDPyê ya ku li Sêrtê di hêwaneke dawetê de hat lidarxistin, bû. Demirtaş vir axivî û got ku HDP ne tenê partiya kurdan, tirkan û ereban e, ew partiya hevpar a hemû gelan e.
Demirtaş da zanîn ku xaçparêz, misilman, sunî û elewî her kes li ber çavê wan yek e û diyar kir ku heke partiyeke ku piştigiriyê dide aştî û biratiyê ji benda ji sedî 10ê derbas nebe, ev kêmasiya me bi xwe ye û em dê bixebitin û ji vê bendê derbas bibin.
Demirtaş da zanîn ku dê li Çorlû, Tekîrdag, Trabzon, Samsûn, Antalya, Îzmir û Konyayê li her derê rêxistina HDPyê ava bikin û got ku dê partiya xwe ji bo hilbijartinê amade bikin, dê bibin partiya bindestan û dengê her kesê, li Tirkiyeyê tekane rêya yekkirina hemû gelan ev e.
Demirtaş got ku partiyeke nû ne û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Bi şêwe, gotin û xebatên rêxistinbûna berê nabe. Divê em ji wê derbas bin, divê em xebateke wisa bikin ku ji wê gelek gelek derbas bibe. Em bi rih, gotin û kelecaneke nû biçin li bal her kesê ku em berê neçûbûn bal wan û em ê bi destê wan bigirin. Em dê ji wan re qise bikin ku em dijminê vî welatî nînin, em hêza bingehîn a demokratîk a vî welatî ne. Îqtidar hewl dide ku me nebaş nîşan bide û dê hewl jî bide. Ew dê her dem hewl bidin ku me wek şeytan û dijmin nîşan bidin. Em dê bi gotinên wan nexapin."
Demirtaş wiha axivî "Cemeatê dizî û gendeliyên AKPyê dîtin. Ev kirin belge. Lê belê van ji bo hesabpirsînê bi kar neanî. Ji bo ku derbeyek siyasî li hikûmetê bide, bi kar anî. Li meydanê bertîl, dizî û gendelî heye. Şûna ku bi awayekî adilane li ser vê yekê bisekinin, hewl dan ku lêpirsîna dizî û gendeliyê yê rastîn bi operasyonên sexte bikin" û got ku ew jî şirîkê vê sûcê ne.
Demirtaş axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Dosyeyeke gendeliyê tenê hikûmetê dixist. Lê ew şûna ku bi awayekî adilane û bi Xwedayî hesabê gendeliyê bipirsin, hewl dan ku bikevin nav kumpasên siyasî. Ji ber wê hesabê gendeliyê napirse. Cemeat anî asteke wisa ku îdiayên gendelî û diziyê danîn aliyekî, îdiayên derbeya siyasî jî danîn aliyekî. Cemeatê ev yek kir. Gel hat asteke wisa ku ji bo ku derbeya leşkerî û opersyonên siyasî neyên kirin, mecbûr ma ku dizî û gendeliyê di nav xwe de qebûl bike. Cemeatê bi vî awayî asteng kir ku em ji AKPyê hesaba dizî û gendeliyê nepirsin. Hewl da ku dosyeyên diziyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne."
"Di odeya min de cîhaza guhdarkirinê heye"
Demirtaş got ku Serokomar û Serokwezîr çiqas derdikevin li ser dikê dibêjin ku cemeat ji Serokomar, heta Serokwezîr, MÎT û Serarkaniyê her kes guhdar kiriye û wiha axivî: "Va ye em jî guhdar kirin û hê jî guhdar dikin. Parlementerên muxalefetê guhdar kirin û dişopînin, lê Serokomar û Serokwezîr mafê me naparêzin. Telefona min, mala min, odeya min a li parlementoyê û ya li partiyê hê jî guhdar dikin. Hê jî di odeya min de cîhazên guhdarkirinê hene. Em cîhazên guhdarkirinê dernaxînin, dixwazin ku bila guhdar bikin û dibe ku eqlê wan hinekî bê serê wan."
Di hêwana ku kongre lê hat kirin de pankartên kurdî, tirkî û erebî yên wekî "Em ji bo jiyaneke nû azadiya xwe bi rêxistin dikin" û bi 20 zimanî "Merheba" hatibû nivisîn hebûn.