08 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Huda Kayaya Parlementera HDPyê ya Stenbolê ku di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê da hatibû binçavkirin, piştî sitendina îfadeya wê hat berdan.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dimeşand da bi telîmatê îfadeya Parlementera HDPê ya Stenbolê Huda Kayayê hat hildan û Kaya hat berdan.
Bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê va ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Stenbolê Kaya binçav kir û li Çaglayana Stenbolê, Seraya Edaletê ya Stenbolê îfadeya wê hat hildan.
Hat gotin ku Kaya ji ber axaftina xwe ya di civîna çapemeniyê ya Konferansa Îslama Demokratîk da ku li Diyarbekirê hat çêkirin û tê da "propagandaya terorê kir" îfadeya wê hat hildan.
Hat gotin ku Kaya ji ber ku neçû Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê îfade neda, der heqê wê da biryar hat dayîn ku wê bi zorê bînin îfadeyê.