Şaredara Edremîta navçeya Wanê Sevîl Rojbîn Çetîn bi hinceta "Pergala Makezagonê xirabkirinê" hat girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Wanê der barê Şaredara Edremîtê Sevîl Rojbîn Çetîn û xebatkarê şaredariyê S. Syê de jêpirsîn dabû destpêkirin. Li gor agahiyan karên wan ên li ewlehiyê temam bû û ew sewqî dadgehê bûn.
Dadgehê jî ji ber sûcê "Yekîtiya dewletê û tevahiya welêt perçekirin" der barê Şaredar Sevîl Rojbîn Çetîn de biryar da ku ew bê girtin. S. S jî bi şerta kontrola edlî serbest hat berdan.
Şaredara Edremîtê Çetîn di14 tebaxê de ji bo xweseriyê daxuyanî dabû û xebatkarê şaredariyê S.Syê jî ev daxuyanî bi saziyên çapemeniyê re parve kiribû. Piştî vê Serdozgeriya Komarê ya Wanê der barê her du kesan de jêpirsîn dabû destpêkirin û ew hatibûn binçakirin.