07 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku Tirkiye piştgiriyê dide yekparetiya axa Sûriyeyê û wiha dewam kir: "Em biryardar in ku herêmê ji terorîstan paqij bikin û beqa û ewlehiya welatê xwe peyda bikin."
Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê der heqê mijara Sûriyeyê da daxuyanî da.
Wezîr Çavuşoglu wiha got: "Me ji destpêka krîza Sûriyeyê heta niha piştgirî da yekparetiya axa vî welatî, em ê ji vir û şûnda jî vê piştgiriyê bidomînin. Em biryardar in ku herêmê ji terorîstan paqij bikin û beqa û ewlehiya welatê xwe peyda bikin. Em ê piştgiriyê bidin ku li Sûriyeyê jî hizûr, aştî û îstiqrar çêbe."