07 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2019
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got: "Çavê Tirkiyeyê di axa tu kesî da tune."
Berdevkê Serokomariyê Kalin li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand û wiha got: "Çavê Tirkiyeyê di axa tu kesî da tune. Di çarçoveya yekîtiya axa Sûriyeyê da du armancên herêma ewle hene; bi paqijkirina terorê va parastina ewlehiya sînorên me û bi awayekî biewle vegera penaberan pêk anîn."
Kalin got Tirkiye xurt û bibiryar e.