17 Gulan 2016•Rojanekirin: 18 Gulan 2016
Serokomar Erdogan: "Li dewletên Ewropayê drama penaberan ji ber cihêtiya nêrînê ye, lewra heger mesele derfet û îmkan be derfet û îmkanên dewletên Ewropayê ji yên me baştir in. Wekî tê zanîn di mijara endamtiya me ya Ewropayê da ji bo muafiyeta vîzeyê ku wezîfeya ya hember e, gelek şert û merc danîn ber me. Ji van şertan yek jî ew bû ku ji bo xwedîkirina penaberên Sûriyeyê yên li welatê me divê çavkaniyeke bi qasî 3 milyar ewro bidana. Em wek dewleteke ku 6 salên dawîn e xebatên bi vî rengî dike, helbet em ê ji ber vê alîkariya Yekîtiya Ewropayê kêfxweş bibin. Ev alîkarî nakeve bêrîka me wê rasterast bikeve ya birayên me yên ji Sûriyeyê. Lê mesele hat asteke wisa ku divê qey ev alîkarî û piştgirî ji bo penaberan nayê kirin lê wekî ku ji me ra tê bexşandin. Ji me projeyan dixwazin, me hemû projeyan jixwe pêk anî. Hûn qala kîjan projeyan dikin?"
"Heya niha perê ku me seba sûriyeyiyan xerc kir, ji 10 milyar dolarî derbastir bûye. Ev, fatorayên wê hene, lê biqasî wê jî, şaredarî û saziyên me yên sivîl alîkarî û piştgirî kirin. Em qala xerckirineke wisa dikin ku li vir hero çêdibe. Heger çavkaniya ku soza wê hat dayîn, were dê derfet çêbe ku em rewşa mêvanên xwe xweşiktir û paktir bikin. An na jixwe 3 milyon însan li welatê me stara xwe dikin, yek ji wan jî birçî nîne. Hemd ji Xwedê ra em xwedî li hemiyan jî derketine. Ez helwesta nesamîmî û dubendî ya welatên YEyê datînim aliyekê, di serî da welatên Îslamê divê xwedan li van însanan derkevin. Ez bawer im ku rojên pêşiya me dê helwesteke hesas û baldar çêbe."
"Em her tim dibêjin, îro pirsgirêka herî girîng a dinyayê bi tena serê xwe ne teror e. Îro pirsgirêka herî girîng a dinyayê li hember rêxistinên terorê tevgera durûtiyê, riyakariyê û bêdilsoziyê ye. Lewra rêxistinên terorê hêza herî mezin, piştgiriya herî mezin ji vê tevgerê hildidin. Welatên ku bazara çekan a dinyayê di destê wan de ye bi xwe çekan didin van rêxistinan. Hadê bila ji vê re jî bibêjin 'na'. Êdî em dizanin ku di destê rêxistinên terorê de çekên kîjan welatan hene."
"(Teqîna li Tanişika gundê Diyarbekirê) Di vê mijarê da rêxistineke terorê dixwaze çalakiyekê bike û bi sedan merivan bikuje û 16 welatiyên me yên ku rihê xwe dan ber çavên xwe û ev çalakî asteng kirin heye. Di şert û mercên normal da hedef kamyoneke ku tije teqemenî ye li navenda Diyarbekirê teqandin e. Divê çalakiya vê rêxistinê li hemû dinyayê deng vede û bi tundî were lenetkirin. Beriya niha jî gelek çalakiyên bi vî rengî çêbûn û dinya timî li ber vê bêdeng ma. Rêxistina terorê ya cudaxwaz bi navên cur be cur bi rehetî fealiyetan dikin heta piştgiriya wan tê kirin. Di serî da ji welatên rojava û ji kesî li hember vê hedîseyê dengekî cidî derneket. Li Parîsê, li Brûkselê biqewime dengê wan dertê, lê ku li Lahorê, Enqerê, Stenbolê, Diyarbekirê biqewime, dengê wan dernayê. Vaye cegera me ji ber vê dişewite. Ev helwesta yekalî heta kê derê wê dewam bike. Em lê dinhêrin ku siyaset li dinyayê dirust nîne."
"Ji bo ku li sînorên me yên başûr herêmeke ewle were avakirin û heyata însanên mesûm ên li Sûriyeyê were parastin me li hemû deriyan xist. Min vê mijarê ji Serokê DYAyê û dema têkilî baş bûn ji Rûsyayê ra jî got. Min bi dewletên Rojavayê ra parve kir. Hemû jî dibêjin 'gelek baş e', lê dema îş tê ser pêkanînê tu kes nabêje 'haydê em dest pê bikin.' Kesên ku guh nedan daxwaz û pêşniyara me niha jî ji bo pêşî li ber pêlên koçê yên penaberan bigirin li rê û rêbazan digerin. Bi heman awayî me hişyarî da dewletên ku ji bo rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê çek û cebilxane peyda dikin û li herêmê çalak in. Niha jî ev çek li dijî dewleta me tê emilandin. Lê vê ji bîr nekin wê hin ji van çekan sibê li wan jî bizivirin, ez ji nijava xebera vê bidim. Çima hûn dizanin? Qereqterê terorê wiha ye. Wekî dûpişkê destê ku pê digire vedide."
"Ez ji vir bangî hemû raya giştî a dinyayê dikim. Bi hinceta DAEŞê li Sûriye û Iraqê bazara can û çekan ya ku hatiye avakirin û lihevkirinên qirêj wê sibê pirsgirêkên mezintir derxe holê. Ewê bibe belaya serê dinyayê."